Welatên cîranê Iraqê, bi taybet dewleta Tirk a dagirker bê ku guh bide parastina serweriya Iraqê bi rêya balafirên şer û balafirên bê mirov û bi çek êrişî xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê dike û xelkên sivîl dike hedef.

Bi mijara van êriş û binpêkirinên serweriya xaka Iraqê, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiyan, piştî civînê daxuyaniyek belav kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî hevdîtinek li gel Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd pêk anî û her du aliyan rewşa siyasî, emnî, aborî û jîngeha Iraqê guftugo kirin.

Ofîsê diyar kir,

Di civînê de teqezî li ser piştevaniya hikûmetê ya ji bo pêkanîna bernameyên dabînkirina aramî û ewlehiyê li gor daxwazên welatiyan hate kirin.

Li ser mijara parastina sînoran û hilbijartinên encûmenên parêzgehan ku di dawiya salê de wê pêk werin guftûgo kirin.

Teqezî li ser rêgirîkirina derbazkirina sînor û parastina serweriya xaka Iraqê hate kirin.

Dîsa qala rola giring a Iraqê ya ji bo bihêzkirina asayîşê û aştiya navbera welatan û qeyrana avê û bandorên wê yên li ser jiyana welatiyan hate kirin.