Li dijî avahiya AKP’ê ya navçeya Peyasê ya Amedê, bi teqemenî û çirûskên pekîner çalakiyek pêk hat.

Li gorî saloxan, li dijî avahiya AKP’ê ya li Bûlwara Selahattîn Eyyûbî êvara Yekşemê saet 22:15’an komekê bi teqemeniyê û çirûskên pekîner çalakiyek pêk anî.

Hate ragihandin, yek ji teqemeniyan li nava avahiya partiyê teqiya, ya din jî neteqiya.

Di dema çalakiyê de polîsên li ber avahiyê nobed digirtin gule reşandin.