Vakkas Korkmaz (Rizgar Adiyaman) ku li gundê Til Hefyan ê bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê şehîd bû, li Londonê hate bîranîn.

Vakkas Korkmaz ku Nîsana sala 2015’an li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di şer de şehîd bû li paytexta Îngilîstan Londonê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate bîranîn. Bav û dayika Kokrmaz û gelek Kurdistanî tevlî civîna bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan sînevîzyonek ji wêneyên Korkmaz hate nîşandan.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Mehmet Kardû, endamê meclîsê Alî Poyraz û berxwedêrê greva birçîbûnê Îmam Şîş li bîranînê axivîn. Qisekeran ji bo xwedîderketina li mîrateya şehîdan û mezinkirina têkoşînê bang kirin.

Di bîranînê de nameya Komîteya Malbatên Şehîdan a Rojava ji aliyê berxwedêrê greva birçîbûnê Mehmet Saît Yilmaz ve hate xwendin. Di dawiyê de nûnerên PYD’ê yên li Îngilîstanê sertîfîkaya şehadetê ya Korkmaz radestî dayik û bavê wî kirin.