Endama Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûq ya MLSA, Emîne Ozhasar, diyar kir ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamya -MA Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat, ji ber nûçeyên ku di dinava nûçeyan de, gotinan Ocalan, Imralî û tecrîdê hene hatin girtin.

Prz. Emîne Ozhasar got; Di dosya muwekîlên mê de, nûçeya têkildarî Goristana Xerzanê ku cenaze jê hatibûn derxistin û li Kilyosê hatibûn definkirinhene. Ligel wan nûçeyan hevpeyvina belgefîlman û nûçeyên derbarê tecrîda Imraliyê de hene. Nûçe tevawekî sûc hatine dîtin.

Prz. Emîne Ozhasar, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn -AYMA ya der barê nûçegihanê MACemîl Ûgûr de bibîr xist û got; Xebatên li ajansa Mezopotmaya û çêkirina nûçeyan nabe sûc.

Çêkirina nûçeyên ku di dosya de cih girtine jî ne sûc e. Rojnamevan ikare derbarê mijarên ku raya giştî eleqedar dike de nûçeyan çêbike. Van rojnamevanan tu suc nekirine û divê em piştevaniyek xurt bidin rojnmavenan. Dibe ku sibê hemû kesên heqîqetê dibêjin bên binçavkirin. Ji bo vê jî divê, em di van lêpirsînên ku bi mebesta siyasî têne kirin, piştevaniya rojnamevanan bikin.