Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrawdelî ragihand ku vê sibê li parzûngeha neftê ya Emîn a li ser riya Hewlêr-Guwêr şewat derket.

Di encama şewatê de 3 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Karwan Mîrawdelî diyar kir ku heta niha wan nekariye şewatê bi temamî kontrol bikin û hewldanên wan yên ji bo vemirandinê berdewamin