Mem Ararat, diyar kir ku ji bo konsera ku wê li Amedê li dar bixistan wan ji walîtiyê destûr stendiye, lê belê piştî çend rojan şûn de emniyet lê geriyaye ku walîtî destûra konsere nade.

Walîtiya Amedê destûra konsera ku dê hunermend Mem Ararat li Amedê li dar bixistana neda. Arart, anî ziman ku Walîtiyê ji bo konsere destûr dabû, lê belê piştî çend rojan şûn de rayedarên emniyetê lê geriyane û gotine walîtî destûra knserê betal kiriye.

hunermend Mem Ararat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî mijarê daxuyanî da:
“Wekî hûn jî dizanin doh êvarê me afîşa konserta xwe ya Amedê ku ew ê 2’yê Îlonê pêk bihata bi we re parve kiribû. Destûrnameya Walîtiya Amedê jî di nav de meh hemû amadekariyên xwe qedandibû. Lê mixabin îro hin rayedarên ewlehiyê li me geriyan û gotin Walîtiya Amedê destûrnameya konserta we betal kiriye. Bi çi hincetê betalkirine em nizanin. Lê belê gelî dosta moralên xwe qet xerab nekin. Hemû walî rojekê ew ê teqawit bibin û vegerin welatê xwe û hemû stranbêj jî rojekê ew ê bimirin lê stran ew ê her bimîne. Weke rehmetiyê Shaekspeare jî gotiye, stranûsê welatekî ji zangonsazê wî welatî bi hêztir in. Hûn dîsa jî stranên xwe bêjin, em ê bêjin bêguman.”