Li ser rê û rêbazên tinebûna Şaristaniya Maya, bi pêşengiya pisporekî ji Zanîngeha Cambrîdge ya Îngilîstanê lêkolîn hate kirin. Lêkolîn li kovara Scîence hate weşandin.

Ji bo lêkolînê xilteyên li Gola Chînchancanab a li nîvgirava Yûcatan a Meksîkayê hatin lêkolîn.

Li gorî lêkolînê, ziwatiya ku di navbera salên 700 û 1000’î li herêmê serwer bû, dibe ku rê li ber tinebûna Şaristaniya Maya vekiribe. Encama nimûneyên ji xilteyan hate girtin, raxist pêş çavan ku rêjeya barana di navbera salên 700 û 1000’î de li Amerîka Navîn û Bakur bariya ye, 70 ji sedî kêm bûye.

Hate tespîtkirin ku ziwatiya destpêkê ya herî mezin a li herêma Mayayan, destpêka salên 600’î de rû daye. Ziwatiya duyemîn a herî mezin jî di navbera salên 750 û 850’î de rû daye. Di lêkolînê de hate ragihandin ku ziwatiya sêyemîn a herî mezin jî di navbera salên 950’î û 1050’î de pêk hatiye.

Pisporan gotin, ev ziwatiya ku bandor li Atlantîk a Bakur kir, di wê demê de rû da ku Vîkîngan xwe gihandin Girava Gronlandê.

Arkeologa Fransayî Chloé Andrieu lêkolîn nirxand û diyar kir ku encamên ji lêkolîna li Meksîkayê bi dest ketin, cihê baweriyê ne. Li gorî Andrieu, nabe ku dema tinebûna Mayayan tenê bi ziwatiyê ve bê girêdan û gelek sedemên vê yekê hene.

Împaratoriya Maya salên 2600’î yên beriya zayinê derkete holê. Şaristanî bi hezaran salan dewam kir û piştî salên 900’î tê texmînkirin ku ji ber tevlîheviya navbera dewletên bajaran ên cuda hilweşiya ye.

Lêkolîna dawî ya li ser mijarê hate kirin jî işaretê bi vê rastiyê dike.