Şengaliyên ku xwestin biryara hatina qeymeqamê PDK’yî Mehma Xelîl û meclîsa bajêr ya ser bi PDK’ê ku di dema fermanê de terka wan kiribû şermezar bikin, ji aliyê seytereya hêzên Iraqê ya navenda Şengalê ve hatin astengkirin.

Bi erêkirina biryara Waliyê parêzgeha Mûsilê qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl û meclîsa bajarê Şengalê ku di dema fermanê de terka wan kiribû, wê vegerin Şengalê. Lê Êzidiyên li Şengalê ji vê biryara waliyê Mûsilê nerazîne û naxwazin qeymeqam û meclîsa ku wan di dema zehmet ango di dema fermanê de terk kiribû dûbare vegerin Şengalê.

Şengaliyên ku îro xwestin vê biryarê şermezar bikin û ji walî bixwazin vê biryarê betal bike, berbi navenda Şengalê ve meşiyan. Lê, di seytereya ketina navenda bajêr ya hêzên Iraqê de hatin astengkirin û nahêlin bikevin nava bajêr û çalakiya xwe lidar bixin.

Li gorî agahiyên ku ji Şengalê hatiye girtin, hêzên Iraqê nehiştiye ragihandin jî vê çalakiya nerazîbûnê ya gelê Şengalê bişopîne.

Heya amadekirina vê nûçeyê jî gelê Şengalê yê ji Sinûnê meşiyan nekarîne bikevin Şengalê û heya niha jî girse belav nebûye.