Hat diyar kirin ku Festîvala Mîtan wê bi dirûşmeya ” Vegera me nêz e em bi hêvî ne, Mîtan em diçînin jiyan” werê pêkanîn û 8 rojan dewam bike.

Festîvala Mîtan ya şanoyê li Şehbayê, wê bi amedebûna şanogerên ji Heleb, Reqa, Hesekê, Kerko, Şehba û Efrînê û beşdarbûna Desteya Çand û Hunera Efrîn û Şehbayê û Tevgera Kevana Zêrîn werê pêkanîn.

Şanogerên tevlî festîvalê bibin axivîn û behsa girîngiya wê kirin