Saziya Tenduristiyê ya Şengalê ku piştî fermana 2014’an bi derfet û hejmara kêm hate vekirin, tevî astengiyan jî bê navber xizmeta civaka Êzidî dike. Xebatkaran ji bo alîkariyê û dermanan bang kirin.

Xebatkarên tenduristiyê ya nexweşxaneya Şengalê diyar kirin ku tevî hemû astengî û nebûna amûrên tenduristiyê jî bê navber ji roja ku nexweşxane hatî avakirin, li ser erka xwe ne û bi biryarin ku heta dawî jî kar bikin. Xebatkarên tenduristiyê ji bo alîkariya doktor û dermanan bang kirin.

Rêveberên Komîteya Tenduristiya Şengalê Hevîn Şengalî û Xewdêda Hemo li ser astengî û kêmaniyên li nexwexaneyê ji ANF’ê re axivîn.

‘NE DOKTOR Û NE JÎ DERMAN HEBÛN’

Rêvebera Komîteya Tenduristî ya Şengalê Hevîn Şengalî diyar kir ku saziya tendirustiyê piştî fermanê sala 2014’an hate vekirin, beriya fermanê saziyeke wiha li herêmê tune bû û got, “Me ji bo pêwîstiya gelê xwe ev sazî ava kir. Saziya tenduristiyê ji bo gelê me yê ku li Çiyayê Şengalê mayî hate vekirin. Sala 2014’an me bi xwe tiştek jê nedizanî, tenê doktorek li vir hebû, li ber destê wî fêr bûn û tişta ji destê me hat me kir. Niha li gorî berê gelek ferq heye, di warê peydakirina derman û doktoran de me gelek zorî kişand. Tenê doktorek li vir bû ew jî ne xelkê vir bû. Pêwîstiya me bi doktoran hebû, dîsa ne endamên tenduristî û ne jî derman hebûn. Tenê em yek du kes man li ber destê doktor, me xwe fêr kir û heta vê gavê me karîbû ku gelê xwe derman bikin.”

Şengalî anî ziman ku armanca wan ew bû ku gelê xwe ji wê tengaviyê derbixin û wiha pêde çû: “Di wê dema ewqas zehmet de, bi rastî wê demê kesek li me xwedî derneket, her kes bi aliyekî ve reviya her tişt kete ser milê me ku em xizmetekê ji gelê xwe re bikin.”

ALÎKARÎ PÊ RE NEHATINE KIRIN

Hevîn Şengalî herî dawî got: “Ji destpêka ev nexweşxane hatî vekirin heta niha hikumeta Iraqê alîkariyek ne daye me. Bi rûxmê ewqas zehmetiyan jî gel ji me pir razî ye.”

‘3 NEXWEŞANEYÊN ME HENE Û XIZMET DEWAM E’

Rêveberê Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê Xwedêda Hemo jî destnîşan kir ku cara yekem wan nexweşxaneyek li Serdeştê vekir ev şaxên wê ne û got: “Nexweşxaneyek me li Xanesorê li ser navê şehîdên Xanesorê û yek li Borik li ser navê Şehîd Qasim Borik vekir. Niha 3 nexweşxaneyên me hene. Ji roja destpêkê hetanî niha xizmeta her sê nexweşxaneyan berdewame.”

‘PÊWÎSTIYA ME BI DOKTOR Û DERMANAN HEYE’

Hemo bal kişand ser kêmaniya erkdarên tenduristî û doktoran û got: “Wê demê doktor kêm bûn, demekê gelê Sûriyê piştevaniya me kir, doktor û dermanên me çêbû. Piştî ku rêya gumrikê hate girtin her tişt li ser me qut bû, me ji aliyê doktor û dermanan ve gelek zehmetî kişand. Niha doktorên me jî kêm bûne û dermanên me jî ji ciheke fermî nayê standin, em pir zehmetî bi derman û doktoran re dikêşin. Bi rûxmê van êrîş û planên li ser gelê me tên kirin jî, em ê her tim karê xwe berdewam bikin.”