Bi sedan welatiyên Bakurê Sûriyeyê alên YPG’ê, YPJ’ê bilind kirin û li qasa Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û dest bi xwepêşandanekê kirin. Xwepêşandêr ber bi qada Şehîd Egîd ve herikîn ku li vir şahiyeke girseyî bi boneya salvegera roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re tê lidarxistin.

Xwepêşandêran êrîşa artêşa Tirk a li dijî Kobanê û Girê Spî bi tundî şermezar kirin.

Li qada Şehîd Egîd bi beşdarbûna şandeyên ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî şahiyê dibin. Di şahiyê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El-Muhbaş û Hevseroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî beşdar bûn.

Tê payîn ku di şahiyê de gelek axaftin ji aliyê rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bêne kirin û gelek çalakiyên hunerî bêne lidarxistin.

1’ê Mijdara 2014’an weke roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hate binavkirin û di wê rojê de bi sedan bajarên 93 dewletan li seranserî cîhanê xwepêşandanên piştgiriya bi berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê re lidar xistin.

Piştî ku bajarê Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de piştî berxwedaneke 134 rojan li dijî çeteyên DAIŞ’ê, kurdistanî bi vê boneyê şahiyan lidar dixînin û weke berhema berxwedana dîrokî ku li Kobanê pêk hatiye pênase dikin.

Beriya şahiya îsal jî artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Kobanê êrîşek pêk anî. Lêkolîner diyar dikin ku ev êrîşa Tirkiyeyê li dijî roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re ye.

Siyasetmedarên herêmên Bakurê Sûriyeyê êrîşên Tirkiyeyê weke hewldaneke kêmkirina zexta li ser DAIŞ’ê ye ku QSD’ê li dijî wê şerê tunekirina terorê dide meşandin.

Di çalakiyên îro li Kobanê tên lidarxistin de peyamên şermezarkirina siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê û serkêşê wê Erdogan tên şandin û bang li civaka navnetewî tê kirin ku rê li pêşiya dijberiya Tirkiyeyê ya li dijî BAkurê Sûriyeyê bigirin.