Însiyatîfa Gel li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bi rêya 40 komîteyan, bi 18 komîteyan li bajarokên Xas, Qirmanî, Til Kerem û Sêgir ên navçeyê dest bi komkirina îmzeyan kir.

Der barê mijarê de welatiya bi navê Nezle Xelîl ku bi xwînê îmze kiriye axivî û got:

“Em banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin. Rih û xwîna me fedaî Rêbertî ye.”