Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman li ber agirbesta doh a navbera Îsraîlê û rêxistinên Fîlîstînî rabû û diyar kir ku wî ji hikumetê îstifa kiriye. Lîeberman îdîa kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû “teslîmî rêxistina terorê ya Hamasê” bûye.

Siyasetmedarê rastgir ê tund got, ev biryar wê bi demdirêjî zerarê bide ewlekariya Îsraîlê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman li gel îstifaya xwe banga hilbijartina pêşwext jî kir.

Piştî ku Partiya Mala me Îsraîl xwe ji hikumetê vekişand, hikumeta Serokwezîr Netanyahû jî kete nava rewşeke metirsîdar. Tenê kursiyeke zêde ya Partiya Lîkûd a Netanyahû heye ku li parlamentê serdest e.