Dewleta Tirk a derbên giran dixwe, êrişî bakur û rojhilatê Sûrî kir, navendên xizmetguzariyê û sivîl kirin hedef.

Ji ber êrişên dewleta Tirk 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn.

Xelkê rojava derbarê êrişan de, nerazîbûn nîşandan û gotin:

Dewleta Tirk wekî Îsraîlê dike, dixwaze gel koç bike, rojava ji mirovan xalî bike, lê em dest ji warê xwe bernadin û naçin.