Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo salvegera komkujiya Roboskê daxuyaniyek da û got;

Ji bo hesabê komkujiyan bê pirsîn, divê her kes bi berpisiyarî tevbigere.

Ji dewleta kujerê gelan daxwaz û hêviya edaletê nayê kirin.

Divê gelê Kurd ji bo azadiya xwe misoger bike û hesabê komkujiyan bipirse.”

KCK’ê got; Komkujiya gundiyên Roboskê, tenê yek ji komkujiyên li dijî Kurdan e.

Em vê komkujiya nemerdane careke din bi hêrs û tundiyeke mezin şermezar dikin, di şexsê mirovên ku jiyana xwe ji dest dane de, şehîdên demokrasî û şoreşê teva bi hurmet û mineteke mezin bi bîrtînin û soza ku me daye şehîdên xwe careke din dubare dikin.

Tevî ku 13 sal di ser Komkujiya Roboskê re derbas bûne, mîna komkujiyên din, ev komkujî jî hatiye nixumandin. Hesab ji berpirsiyarên komkujiyê nehate pirsîn. Wajî vê, komkujî hate parastin.

Şefê faşîst Tayyîp Erdogan, ku fermana komkujiyê bi xwe da, bi rengekî eşkere xwedî li komkujiyê derket û kesên komkujî pêk anîn pîroz kirin.

Tayyîp Erdogan bi xwedîderketina li komkujiyê û komkujeran re hem rola xwe ya di komkujiyê de, hem jî nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan nîşan da. Komkujiya Roboskê jî di nav de, hemû komkujiyên li ser gelê Kurd, di çarçoveya plana dewleta Tirk de têne kirin. Îro jî polîtîkaya komkujiyan dewam dike.

KCKe, bal kişande ser dijminatiya dewleta Tirk a qirker ya li dijî gelan û got Ji kujeran edalet nayê hêvîkirin. Ya ku edaletê pêk bîne û hesabê dîrokî bipirse têkoşîna gelan e. Gelê Kurd jî, mîna ku heta niha kir, wê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe mezin bike, azadiya xwe misoger bike û hesab ji komkujî û mêtingeriya qirker bipirse. Em gel û tevgereke bi vî rengî ne ku soz li ser vê yekê dane. Divê em têkoşîna xwe ya azadiyê hîn bêhtir mezin bikin û soza xwe bi cih bînin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku têkoşînê hîn mezintir bikin û hîn bêhtir têkoşinê bikin.