Li Wanê, ji ber negirtina tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hejmara nexweşan zêde dibe. Ji ber xemsariyê, hejmara mirovên li gundê Ormetaş ê navçeya Elbakê bi vîrûsê ketine gihîşt 44 kesî.

Li Wanê û navçeyên wê ji ber ku testa vîrûsa koronayê kêm tê kirin, şewb belav dibe.  Ji ber ku mirovên ji derveyî Wanê tên li karantînayê nayên bicihikrin û test jî bi têrkerî nayên kirin, hejmara mirovên bi nexweşiyê ketine gihîşt nêzî 200 kesî. Li Wanê heta niha nêzî 10 kesî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji deverên Wanê ku xemsarî lê tê kirin gundê Ormetaş ê navçeya Elbakê ye.

Li vî gundî hejmara mirovên bi nexweşiyê dikevin zêde dibe. Piştî ku di 7’ê Nîsanê de welatiyekî ji Stenbolê hat gund tespît bû ku bi vîrûsê ye, gund di 7’ê Nîsanê de li karantînayê hate bicihkirin. Lê belê eşkere bû ku tevî vê karantînayê jî testa vîrûsa koronayê li gundiyan nehatiye kirin.

LI GUND TEST NEHATE KIRIN, HEJMARA NEXWEŞAN GIHÎŞT 44 KESÎ

Li gund ji ber ku tu tevdîr nehate wergirtin, di nava mehekê de 44 kes bi vîrûsê ketin. Piştî ku eşkere bû ne kesekî bi tenê lê belê gelek kes ji Stenbolê hatin gund, dewletê vê carê sûc ji ser xe avêt û keyayê gund sûcdar kir. Bi biryara walîtiyê, keyayê gund ji wezîfeyê hate girtin. Keya jî diyar kir ku wî der barê kesên ji Stenbolê hatin agahî dabû Walîtiyê.