Nasir Yagiz ê ku di greva birçîbûnê de ye got ku, “Ew ê tendirustiya min nekeve pêşiya hedef û armancên min. Bêhna serkeftinê tê. Bi têkoşînê em dikarin tecrîdê bişkînin.”
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamê HDP’ê Nasir Yagiz 100 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. Yagiz bi rêya ANF’ê bangî gel kir.

Peyama Nasir Yagiz wisa ye:

“Heta îro di moral û motîvasyona min de, tu astengî tune. Ez dikevim roja 100’emîn. Em dizanin ku tişta em dixwazin ne serkeftineke hêsan e. Divê gelê me têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê nede sekinandin. Em ketine vê serdemê ku êdî bêhna biharê xweştir tê. Bêhna serkeftinê tê. Bila gelê me tu carî hêvî û baweriya xwe ji dest xwe bernedin. Em sozê didin gelê xwe, wê ev bihar gelekî xweş be. Wê ev bihar azadiya Rêbertiya me ji me re bîne. Divê gelê me hêviya xwe sar neke. Bi coş divê 8’ê Adarê û Newrozê pîroz bike. Em ê bi têkoşîna gelê xwe tecrîdê bişkînin. Ez dixwazim bidim diyarkirin ku şertên hevalên me yên li girtîgehê gelekî xerab e. Divê em bibin dengê hevalên xwe yên girtî. Divê em tecrîdê bişkînin û gelê xwe azad bikin. Ez hemû hevalên berxwedêr û têkoşer ên di zindanan de silav dikim. Em ê tecrîdê bişkînin.”