Ji bo rojnameger Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz li ê navendan daxuyanî hatin dayîn.

Danişînên dozên Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorên MA’yê Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz dest pê dikin.

Duyemîn danişîna doza Abdurrahman Gok dê sibê 5’ê kanûnê, ya Dicle Muftuoglû 7’ê kanûnê li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û ya Sedat Yilmaz jî dê 14’ê kanûnê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.

DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin Îş têkildarî dozên rojnamegeran serê vê sibehê li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyên hevpar dan.

Daxuyaniya li Enqereyê li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dayîn.

Rojnameger ji bo hempîşeyên xwe yên ji ber karê rojnamevaniyê bi awayek bêhiqûqî hatine girtin, banga piştevaniyê kirin.

Rojnamevan Huseyin Aykol di daxuyaniyê de axivî, got:

Di nava salekê de 35 rojnameger hatine girtin. Ya ku em dikin tenê rojnamegerî ye. Hevalên me bi mehan di hundir de dimînin. Em dixwazin ku hevalên me di danişîna ewil de bên berdan.”