Konferans wê bi dirûşmeya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku Yekîtiya Jinên Ciwan dane, wê jinên ciwan ên ji saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî konferansê bibin.

Di konferansê de wê sîstema netewa demokratîk a di nava Rêveberiya Xweser de û rola jinên ciwan di avakirina sîstema neteweya demokratîk de bên nirxandin.

Konferans wê 6’ê Gulanê saet 11:00’an li Kampa Ciwanan a bajarê Qamişlo destpê bike.