Hemû sazî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî aktîf ji bo kampanyaya cîhanî ya 10’ê cotmeha 2023’yan dest pê kir dixebitin.

Rêvebera Komîteya Perwerdeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zahîde Îshak li ser kampanyayê axivî.

Bal kişand ser îşkenceya tecrîda li İmrali ya ev 3 salin bênavber didome û hêzên kapîtalîst ên ku piştgirî didin vê polîtîkayê jî ji fikre Rêber Apo ditirsin.”

Li ser qonaxa ku kampanya gihîştiye jî Zahide İşik anî ziman ku kampanyaya hatiye destpêkirin delîleke zelal e ku fikrên Rêber Apo tê qebûlkirin û got:

“Gelên bindest fêrî berxwedanê bûne. Îro li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin û jin jî tevlî çalakiyan bûn. Lê belê em dibînin ku civaka navneteweyî li hember vê rewşê kor û lal e. Armanca girankirina tecrîda li ser Rêber Apo her tim ew bû ku fikrên wî negihêjin kesên zana. Divê ciwan, jin û hemû civak li dijî polîtîkayên şerê taybet fikrên Rêber Apo hîn kûrtir bikin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet bersiva herî baş ev e.”