189 Rojin agahî ji Rojnamevan û edîtorê rojnewsê Silêman Ehmed nayê girtin

Silêman Ehmed dema ji rojavayê Kurdistanê vedigeriya başûrê Kurdistanê, 25’ê Cotmeha 2023’yan di deriyê Pêş Xabûr an go Sêmalka de hat revandin, ji wê rojê ve di destê PDK’ê de ye.

Parêzerê Silêman Ehmed, Rêvîng Yasîn diyar kir ku, Lijneya Komîsyona Mafê Mirovan ji wan re gotiye, rojnamevan Silêman Ehmed li Girtîgeha Duhokê tê girtin û got;

Me misoger kiriye ku wek parêzer biçin Aasyişa Dihokê wê desturnameya ku dikaribin muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin bidin wan.

Prz. Rêwing Yasîn got; Ez doh sibehî, saet di 9:30î de çûme Aasyişa Dihokê û heta saet 14.00an li bendadesturnameya Asayişê mam.

Min serî li gelek kesan û cihan jî da, lê encam derneket.

Min dîse ji Komîsyona Mafên Mirovan ya Duhokê agahdar kir ku Asayişa Duhokê destûr neda min.

Komîsyona Mafên Mirovan soz da ku ew ê îro desturê bidin û em muwekîlê xwe bibînim.

Eger Komîsyona Mafê Mirovan îro jî destûrê nede, em ê civîneke çapemeniyê bidin û rastiya Komsiyona Mafên Mirovan jî ya Asayişa PDKê jî ji raya giştî ya Kurdistanê û navnetewî re vebêjin.

Em ê eşkere bikin ku PDK, Komîsyona Mafê Mirovan jî ciddî nagire.