Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Tekîn Yoldaş diyar kir, greva birçîbûnê ya bi pêşnegiya Hevseroka KCD’ê û Parlamenta HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kir, roj bi roj berbelav dibe.

Yoldaş anî ziman, şiyara çalakiya Leyla Guven daxwaza fermî ya karker, kedkar û gelên bindest ên li Tirkiyeyê ye û got, “Li Tirkiyeyê niha zilm li her kesî tê kirin. Li dijî vê zilmê divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve.”

Yoldaş bi bîr xist, Guven dixwaze tecrîdkirina li girtîgehan û azadiya girtiyên siyasî ye û got, ev yek tê wê wateyê ku karker, kedkar ji mêtingeriya sîstema faşîst rizgar dibin.

Yoldaş got, wezîfeya her kesî ye ku xwedî li vê berxwedanê derkeve.