Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Şakranê li dijî tecrîdê 29’ê Adarê çalakî pêk anî û bi giranî birîndar rakiribûn nexweşxaneyê şehîd bû.


Yonca Akici ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî kiribû, şehîd bû.

Yonca Akici ya bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 4 salbûn li Girtîgeha Jinan a Şakranê dima, 29’ê Adarê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyek pêk anî û bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.

Akici ya ji 1’ê Adarê ve di greva bêdawî û bêdorveger de bû, li Nexweşxaneya Çigli dihat derman kirin  şehîd bû.

Piştî karên otopsiyê û şûnde cenazeyê Akici ji bo definkirinê wê bişînin Agiriyê.