Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihandin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, hêzên wan di dîroka 2’ê Cotmehê de li gundên navçeyên Raco û Bilbilê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên cûda pêk anîn.

YPG`ê derheqê çalakiyên ku hatin lidarxistin de ev agahî dan:

“Di dîroka 2’ê Cotmehê de yekîneyek me seyareyeke leşkerî ku çeteyên Firqet El-Hemzat-Firqa duyemîn a li gundê Hec Xelîl a navçeya Raco vediguhest çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî giran birîndar bûn.
Di heman dîrokê de yekîneyek me li ser riya diçe gundê Şêxurzê ya navçeya Bilbilê kemîn ji çeteyekî Sultan Murad-Firqa yekem re danîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.”