“Çanda dengbêjiyê ku wekî bingeha wêjeya Kurdî tê qebûlkirin bi hestên jinê derket pêş. Dengbêjên wekî Sûsika Simo, Fatma Îsa, Xana Zazê dema ku di radyoya Erîvanê de klamên xwe bi dilêkî pak bi lêv dikirin di wan kilaman de hafizaya çand, huner,dîrok û wêjeyî li her çar parçeyên Kurdistanê belav dibû.”

Helbest xwedî wateyek gelek girîng e û di heman demê de mijarek ku qansî mirov nikarin texmîn bikin berfireh e. Car caran tê wateya temamkirina xeyalên nîvcoyî, car caran jî tê wateya melodiyek ku ji dil diherike ser êşên bê dawî. Di wê êşê de xwedîtinek efsûnî, jiyanek ji hêviyên dilşikestî rû dide. Ger hestên te kûr, ramanên te ji dil be wekî gerek bê sînor e. Di gera bê sînor de geh tu diponijî, geh tu bi ahenga nêrînên efsûnî li asîmanên bê stûn dihejî, geh jî tu can didî. Berî ku tu can bidî hêsir û kenên te yên pîroz li dû te dimînin.

Wateya helbestê li gor nêrîn, jiyan, fikir û ramanên mirovan diguherî. Hinek kes jî wekî amûrek berjewendiyê bi kar tînin. Bi taybet jî kesên ku dixwazin hebûna xwe ya siyasî bidomînin bi nêrînek qirêj helbest pênase kirine. Lê di vir de ya girîng sekin û biryara zelal a helbestkar e. Dema ku Seddam Huseyîn di bin bandora Şêrko Bêkes de dimîne û dixwaze ku jê re nivîsên ku pesnê wî vedide binivîse, Şêrko Bêkes vê daxwazê qebûl nake. Ger qebûl bikira dê helbestên wî bê wate biba. Wî bi seknek jixwebawer û bi biryar ev yek qebûl nekir û loma sirgunî Swêdê hat kirin. Loma helbestkar dema ku helbestê dinivîsîne behreya xwe ji bawerî û têkoşîna doza xwe digire. Mestûre Erdelan, Celale Xanima Loristanî, Mîrhîbana Berwarî, Lîza Xanim, Rihan Xanima Loristanî jî hêza xwe ya giranbiha ji çand, dîrok, nasname û ji sekna xwe ya bi biryar girtine. Loma herkes nikare pênaseya helbestê bike û bibe helbestkar. Divê hest, raman û nêrîna ku dibe sedema nivîsandina helbestê di qalibên berjewendiyê de neyê fetisandin. Dema ku bê fetisandin kesên ku qaşo ji xwe re dibêjin helbestkar têk diçin.

Gelek caran jî ji bo helbestkar ji sekna xwe danekevin xwarê bi tundî û astengiyên mezin rû bi rû mane. Mûsa Anter ê ku helbesta Qimil di salên 60’î de weşand bi tundiyek mezin rû bi rû ma. Herî dawî ji ber ku ji sekna xwe û ji biryarên ku xwedî dozeke giranbiha bû daneket xwarê, bi awayekî meçhûl hat qetilkirin. Jinên Kurd ên ku xwestin qêrîna xwe bi helbestên xwe bidin bihîstin jî, bi astengiya hişmendiya baviksalarî rû bi rû man û her dem keda wan a xwedî dîrokek mezin hat binaxkirin. Ne tenê qêrînê xwe her wiha jinâ Kurd dixwest ku qêrîna hemû civakê bide bihîstin. Erka helbestkaran a herî girîng yek jê ew e ku ji civakê re bibe deng. Ji hest û ramanên civakê re bibe şibakek ku ronahiyê dide dil. Lê mixabin di civakê de her dem helbestkarên ku xwestin bibin deng û erka xwe bi cih bînin hatin çewisandin.

Ji ber ku her dem helbestkarên Kurd bi qirkirinên mezin rû bi rû man di warê pêşketina wêjeya Kurdî de qelsiyek pêk hat. Hewldana gelê Kurd û jina Kurd a di warê wêjeyê de xwedî girîngiyek taybet e. Lê ji ber ku her dem desthildatdaran nexwestin Kurd bibin xwedî statuyek û ji aliyekî din ve jî hişmendiya baviksalarî ji her hawî mudaxaleyî jiyan, raman û nêrînên jinê kir, helbest û bi tevahî wêje ji aliyên mêtingeran hat xwestin ku negihêje astek bilind.

Bi taybet jinên Kurd ji dîrokê heta niha di vî warî de têkoşînek giranbiha dan ku helbest û wêjeya Kurdî gihaşt asta îro. Çanda dengbêjiyê ku wekî bingeha wêjeya Kurdî tê qebûlkirin bi hestên jinê derket pêş. Dengbêjên wekî Sûsika Simo, Fatma Îsa, Xana Zazê dema ku di radyoya Erîvanê de klamên xwe bi dilêkî pak bi lêv dikirin di wan kilaman de hafizaya çand, huner,dîrok û wêjeyî li her çar parçeyên Kurdistanê belav dibû. Jinên Kurd ên ku hêza xwe ji çand û dîroka xwe ya qedîm digirin îro jî di astek girîng de ne û têdikoşin. Di sedsala 21’emîn de tevî hemû zext û zordestiyan berxwe dide. Jinên Kurd ên helbestkar îro ji şibakeya mêtingeran li nasnameya xwe temaşe nakin loma ji bo siberoja helbest û wêjeya Kurdî ev gavên gelek girîng in.

Roza Metîna / JI PÊNÛSA JINAN