Yekîneyên Parastina Sîvîl her du çalakiyên li du navçeyên Stenbolê girt ser xwe.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku yekîneya YPS’ê ya Şehîd Nûrî Yekta 29’ê Mijdarê li Mecîdiyekoyê û yekîneya YPS’ê ya Şehîd Brûsk Dersim 29’ê Mijdarê li Arnavutkoyê wesayîtên faşîstên MHP’yî dane ber agir.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî di be:

“Têkoşîna me li ser xeta paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ye.

Ji bo gelan nasname û jiyanek azad esas digire.

Têkoşîna me ya li dijî faşîzma ku dijminahiya gelê Kurd dike, wê berdewam bike.

Yên ku xizmetê ji faşîzmê re dikin û hîmê jiyana xwe li ser qirkirin û kuştinê ava dikin wê hesaba vê yekê bidin.”