Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê tên ragirtin di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka kurd re çareserî” de di 27’ê mijdarê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dane destpêkirin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Kayseriyê ku çalakiya greva birçîbûnê lê didome, çalakiya xwe weke 5 rojan dorveger didomînin.

Erhan Kaya 28 sal in di girtîgehê de ye banga xwedîderketina çalakiyê li hemû beşên civakê kir.

Kaya, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Qeyseriyê jî teva li kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûne û anî ziman ku heta ku daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya xwe bidomînin.