Ji fermandarên YJA Starê Sorxwîn Zagros diyar kir, faşîzma AKP-MHP’ê ku di hilbijartinê de têk çû wê bêhtir êrîşkar bibe.

Ji fermandarên YJA Starê Sorxwîn Zagros û ji fermandarên HPG’ê Zerdeşt Sîpan gotin, AKP divê dersê ji encamên hilbijartinê derxîne û qebûl bike ku siyaseta tinekirina Kurdan nema dikare bê meşandin. Fermandaran destnîşan kirin, gerîla ji her rewşê re amade ne û têkoşîna xwe didomînin.

Ji fermandarên YJA Starê Sorxwîn Zagros diyar kir, HDP’ê li bajarên Tirkiyeyê kir ku tifaqa AKP-MHP têk biçe, li Kurdistanê jî dawî li rejîma qeyûm anî û destnîşan kir, vê stratejiya HDP’ê encameke serketî derxist holê. Zagros anî ziman, berxwedana bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê kirin, sekneke xurt li dijî faşîzmê nîşan daye, bandoreke girîng li hilbijartinê kiriye û got, “Sekna ‘Em ê serî li ber faşîzmê netewînin, gelên Tirkiyeyê azad bikin’ di encamên hilbijartinê de hatiye dîtin.”

Zagros da xuyakirin, faşîzma ku hejiya dibe ku hîn bêhtir êrîş bike û got, “Em soz didin ku li dijî vê yekê em ê bibin xwedî sekneke xurt. Xewn û xeyalên tekperestiyê yên Erdogan têk çûne. Di hilbijartinên xwecihî de dixwestin siyaseta qeyûm bi bandora panzer û zexta leşkeriyê bidin pejirandin, lê belê ev siyaset li gel zext û zordariya giran jî nehate qebûlkirin.”

Zagros anî ziman, şens û firsendên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir, ji aliyê AKP’ê û lîderê wê ve ji nedîtî ve hatin û got, “AKP îro serberjêr bûye. Sedema helwesta xwe ya êrîşkar jî ew e. Divê êdî bes siyasetê li ser xwîna gelên Tirkiyeyê bike. Gerîlayên Tevgera Azadiyê wê têkoşîna xwe her bidomîne.”

‘DIVÊ WERE DÎTIN KU SIYASETA QIRKIRINÊ BI KÊR NEHATIYE’

Ji fermandarên HPG’ê Zerdeşt Sîpan jî diyar kir, divê desthilatdariya AKP-MHP’ê êdî bibîne ku siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bi kêr nayê û got, “Tifaqa 17 salan a AKP’ê hejiya ye û têk diçe. Em vê dibînin û ji ber ku ewqasî êrîş dikin, xuya ye ew jî pê zanin. Tevî hemû lîstik û hîleyên di dema hilbijartinê de hatin kirin, sekneke mezin a dijber hate nîşandan. Wekî din, siyaseta qeyûm a AKP’ê li Bakurê Kurdistanê têk çûye. Gelê Kurd tercîha xwe kiriye. Li gel gefên bi ‘tayînkirina qeyûman’ hate xwarin jî, tabloyeke wiha derkete holê û divê ev tablo baş bê nirxandin.”