Hunermend û nivîskarên Silêmaniyê diyar kirin ku ji ber nebûna yekitiya Kurdan dewleta Tirk a dagirker bi dehan kîlometre derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye.

Hunermend û nivîskaran got; çareseriya herî baş û rast li dijî dagirkeriyê yekbûna gelê Kurd e.

Hunermend Bextiyar Helebceyî diyar kir ku bi salane dagirkeriya dewleta Tirk li ser Kurdistanê berdewam dike û got:Dagirkeriya dewleta Tirk heta bi jîngeha me jî dagir kiriye. Heta di aliyê xurakê de jî dagir kiriye ku pêdawîstiya sereke ye. Eger şîrînî jî ji bo me bişînin jehrê dixin nava wê şîraniyê.

Min weke kes, ji sala 2019’an ve ti berhemek Tirkî nekiriye û bikarneaniye. Pêwîste ferdên civaka Kurd şiyar bin. Dema berhemekî malê Tirk dikirî qezenca wê dibe fîşek û li dijî keç û xortên Kurdan tê bikaranîn. Pêwîste hemû malbatek xwedî vê asta rewşenbîrî be ku ti xwarinek malê Tirkî ji bo zarokên xwe nekire, da ku zarokên wan bi penceşêrê nekevin.”

Nivîskar Mihemed Hacî Reşîd jî got; Di dîrokê de her tim Kurdistan di bin zilm û zora dewletên dagirkerên Kurdistanê de maye, Her çar welatên derdor her yek ji wan hewl dide beşek ji xaka Kurdistanê dibin dagirkeriya xwe de bihêle.

J ber nakokiyên navxweyî yên Kurdan dijmin bi dehan kîlometre hatine nava xaka Herêma Kurdistanê û ev jî ji bo paşerojan cihê metirsînî ye. Armanca dijmin dagirkeriye, çawan Efrîn dagir kirin, bi heman rengî dixwazin Başûr jî dagir bikin. Çareseriya herî baş ew e ku gelê Kurd li dijî dagirkeran yekbûna xwe avabikin. Ger em bi xwe re li dijî dagirkeran têkoşînê nekin, em ê nikaribin xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.