Ji fermandarên NPG’ê Zozan Çewlîk, çalakiya fedaî ya 1’ê Cotmehê ya li Enqerê nirxand û got; Divê bê zanîn; çalakiyên bi vî ruhî têne kirin wê her dem bibin.

Zozan Çewlîk, ji ANFê re axivî ûgot; Di dema pêş de wê şerekî giran û berfireh biqewime. Divê gelê me, hêzên çep, sosyalîst, demokratîk, hêzên li dijî sîstemê û tevgerên azadiyê yên jinê, li gorî vê yekê û di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de tevnên xwe yên xweparastinê xurt bikin û berxwedanê berfireh bikin.

Çalakiya Enqerê ya dîrokî û stratejîk, ku 1’ê Cotmehê hevrê Rojhat û Erdal pêk anîn, nîşan da ku meha Cotmehê wê mîna mehên din derbas nebe. Çalakiya Enqerê ya 1’ê Cotmehê, pîvana tevlîbûna demê diyar kir. Ev meha çalekioyên dîrokî ye û di vê mehê de, pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hate destpêkirin û pêngava Rêbertî pêl bi pêl belavî 74 welatan bû.

Zozan Çewlîk got; Çalakiya hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn mîna çalakiya hevala Zeynep Kinaci ye, ku 30’ê Hezîranê pêk anîbû. Em bi çalakiya Enqerê ketinpêvejoya hesabpirsînê. Bi pêşengiya şehîdên fedayî Rojhat û Erdalan, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî bû, Di heman demê silav kirina berxwedana Gerîla bû.

Divê bê zanîn ku çalakiyên bi vî ruhî têne kirin wê timî bêne kirin.

Di nava tevgera me de, rastiya fedaîtiyê bi hevala Zîlan re formasyonek nû bi dest xist û ji nû ve hat nasandin. Di salên piştre de dewam kir û veguherî tarzê çalakiya herî radîkal û herî bingehîn ya Gerîla.

Eger tevgerekê mîlîtînên wisa hatibe avakirin, bi mejî û dilên xwe bûbin fedaî, ne pêkan e ku ew tevger were tasfiye kirin.

Zilan çewlîk destnîşan kir ku, Wezareta Karên Hundir û berpirsiyarên îstixbaratê, heta ku fermandariya me daxuyanî neda, navê wan hevriyên me yên hêja nikarîbûnn tespît jî bikin.

Nîqaşên fêhmkirina çalakiya Enqerê û encamên wê, hem li Tirkiyê û hem li cîhanê deng veda. Di demek wiha de, hêzên Hamasê bi plan, rêxistinkirî û tarzeke bi bandor ji hewa, deryayê û bejahiyê û bi gelek rêyên din, 7’ê Cotmehê li dijî Îsraîlê çalakiyeke piralî pêk anîn.

Helbet divê hesab û planên li piştperdeyê jî werin fêhmkirin. Rojhilata Navîn û cîhan ji nû ve tê dîzaynkirin. Ev pêvajo bi rengekî kaotîk didome û gelek hêz bi pragmatîk nêzî vê pêvajoyê dibin. Divê em jî fêhm bikin û ji nêz ve bişopînin. Doza bi maf ya gelê Fîlîstînê û doza bi maf ya gelê Kurd nayên nixumandin.

Hêzên hegemon ji bo berjewendiyên xwe, gelê Fîlîstînê, jinan û zarokan dikine qurban.

Em carek din şahidiyê dikin ku rastî tên berovajî kirin. Recep Erdogan hewl dide ku ji vê rewşê sûd bigire. Wek ku di şerê Ûkrayna de kir, dixwazê di şerê Israîl û Filîstînê de jî sûde bigire. Divê mirovahiya pêşverû, hêzên demokratîk, jin, ciwan û hêzên li dijî sîstemê bibin dengê wijdanê mirovaniyê û ji vê bêexlaqiyê re bêjin bes e.

Divê yekîtiya çarenûsa gelê Fîlîstîn û Kurd, yekîtiya êşa wan hîn zêdetir têkoşîna wan hevpar bike. Di pêvajoya ji vir û şûn de jî, divê li ser bingehê paradîgmeya netewa demokratîk tifaqa Kurd-Ereb weke tifaqek stratejîk pêş bikeve.