NÛÇEYÊN LEZGÎN.

Hat diyar kirin ku, hêzên artêşa Tirk a dagirker, li Geverê li herêmek fereh ya mezra Esender, gundên Xaşkan, Leşek, Dirişk, Derav, Başkale û geliyê Delezê jî nav de, operasyona dagirkirinê daye dest pê kirin.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku, beşek ji operasyonê ber bi merga Şîşol ya girêdayî Sore jî çûne û operasyona dagirkeriyê her diçe berfereh dibe.

Hat ragîhandin ku Koriciyên heremê jî tevlî vê tevgerê dibin.