2 şehîdên QSD’ê, Elî El Elêwî û Mihemed El Receb, di 10’ê Gulanê de li Dêre Zorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya bi erebeya bombebarkirî de şehîd bûbûn.
Di encama wê êîrşê de, 7 şervanên QSDê jî birîndra bûbûn.
Şêniyên bajarê Şedadê, ji bo veşartina cenazeyên her du şervanên QSDê, Elî El Elêwî û Mihemed El Receb ji nexweşxanê girtin û birin gorîstanî.
Piştî rêzigirtina li gorîstanê, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Ewde Hisên axivî û got; Hêzên QSDê, li hemberî her cûre êrîşên li dijî gel, ji bo aramiya herêmê bedena xwe dikine mertal. Em deyndarê wan û divê em bi têkoşîa di riya wan de deynê xw ebidin.
Piştre, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Idêb axivî sersaxî ji malbatê û tevahiya gel re xwest û soza domandina têkoşînê li dijî dijiminê dagirker û çeteyên wê dubare kir.
Herî dawî wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre cenaz ebi tilîlî û diruşmeyan hatine veşartin.