Ji parêzerên doza komkujiya Enqerê, ya di 10ê Cotmehê de hate kirin, Parêzer Îlke Işik ji ANFê re axivî û got; Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya girtina dosyayê nayê qebûl kirin. Dixwazin komkujiya mezin a dîroka Tirkiyê binixumînin, em qebûl nakin..

Parêzer Îlke Işik, anî ziman ku berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê, yanî midurên polîsan, nehate bicihanîn û got; Di rapora mufettîş de jî tê gotin ku ‘Rayedarên Midûriyeta Polîsên Enqerê tedbîrên pêwîst ji bo vê mîtîngê negirtine. ji bo vê jî divê bikevin ber lêpirsînê’.

Mixabin Dadgeha Destûra Bingehîn rapora mufettîş ji nedîtî ve hat û dosya girt. Ev nayê qebûlkirin, em desturê nadin ku Komkujiya Enqerê binixumînin. Em ê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Doz wê derbasî dadgeriya navneteweyî bibe.