Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku di Doza Kûmpasê ya Kobanê de, hiqûq nîne û got, hate dîtin bê Kurd bi feraseteke çawa ya mêtingeriyê hatine darizandin.

Adalet Kaya anî ziman ku wan texmîn dikir ku wê bi polîtîkaya tolhildanê haraket bikin.
Hevalên me jî heta dawiyê nirx û têkoşîn parastin.

AKP’a hêzê cemaweriyê winda dike, dixwaze CHP’ê jî bikişîne ser xeta MHP’ê. 100 sal in heman siyasetê dikin. Di doza kumpasê ya Kobanê de, hevalên me yên hatin berdan jî bi cezakirinê hatin berdan. Ji ber vê jî, mirov nikare qala tehliyeyekê bike. Em bi biryar in ku hîn bi xurtî têkoşînê bikin.