Şehîd Mezlûm Qamişlo (Basil Lorans Hiso) li bajaroka El Şehîl di êrişa DAIŞ`ê li hemberî nuqteya QSDê, birîndara bû şehîd bû.

Ji bo şehîd Mezlûm Qamişlo, konê sersaxiyê hat vedan.

Şêniyên Qamişloyê, endamên saziyan, meclisên sivîl û leşkerî, tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Emar Mûsa axivî û got; Bi saya fedakariyên şehîdên mîna Mezlûm û bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryanî êriş û hewldanên fitneyê têk çûn. Emê mîrasa şehîdan biparêzin, ji bo azadiyê û Sûriyeya demokratîk têkoşinê bikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî axivî û got; Em fedakariyên şehîdan silav dikin. Ciwanên herêmê destnîşan kirin ku êrîş û planên fitneyê vîna gelan û ciwanan naşikînin. Şehîd Basil mînaka vê rastiyê ye.

Herî dawî endama Kongra Star Samiye Xelîl axivî û got; Vîn û hêza ku gelê me ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan werdigire, tu carî naşike. Em dest ji doza xwe bernadin û têkoşîna me wê bi serkeftinê tacîdar bibe.