Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Liège yê Belçîka bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasima bîranînê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên wan hate pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û banga xwedî deketinê li Şoreşa Azadiyê kir.

Remzî Kartal got; 3 sal in tu agahî ji Rêbertî nayê girtin. Êdî dem hatiye ku em li her qadê çalakiyan bikin. Kêr gihaye hestî. Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em xebatên xwe berfireh bikin û têkoşînê geş bikin.”

Piştî axavtinan sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê hate pêşandan.

Merasima bîrnaîna Şehîdên Meha Gulanê bi dirûşmeyan bi dawî bû.