KCDK-E’, bi daxuyaniyekê, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir ku ziman taybetmendiya herî bingehîn ya hebûna gel û neteweyekê ye.

Her Kurd divê bi israr bi zimanê dayikê biaxive.

Di serî de dewleta Tirk a qirker, dewletên mêtinger bi polîtîkayên asîmîlasyon û komkujiyê êrîşî hebûn, ziman, çand û azadiya gelê Kurd dikin.

Gelê Kurd jî, li dijî mêtingeriyê ji bo parastina hebûn, azadî û nasnameya xwe têkoşînê dike.

Divê ev têkoşîna li dijî mejiyê barbar û qirker werê mezin kirin.

KCDK-E got; Divê Kurd perwerdeya bi zimanê dayikê girîng bibînin, bi zimanê dayikê biaxivin û binivîsînin.

Di vê dema ku dewleta Tirk a qirker li dijî hemû nirxên gelê Kurd êrîşeke giştî daye detspêkirin, divê em hîn bêhtir xwedî li zimanê xwe derkevin û gavên şênber biavêjin.

Divê saziyên me hemû bi zaravayên Kurdî biaxivin, bi hestiyarî nêzîk bibin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên mêtingeran têk bibin.

Bi qasî ku em xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin, em ê hebûna xwe karibin biparêzin û paşerojeke azad ava bikin.