Kurdên li bajarê Bregenz ê Eyaleta Vorarberg a Awûstûrya, cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de, dan siyasetmedarên Kurd, bi mitîngeke şermezar kirin.

Çalakiya şermezarkirinê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Sara pêkhat, helwesta bi rûmet a siyasetmedarên Kurd hat silavkirin.

Siyastemedar Nîmet Amed got; Dewleta Tirk a faşîst di polîtîkayên qirkirinê de isar dike. Tecrîda li Imraliyê bingeha vê qirkirinê ye. 3 sal in bi tu awayî ji Rêber Apo tu agahî nayê girtin. Doza Kûmpasê ya Kobanê qirkirinek siyasî ye, ji tecrîdê ne qut e. Helwesta bi rûmet a siyasetmedarên Kurd û şoreşger mohra xwe li vê dozê da, em wan silav dikin.