Rojnamevan Esra Solîn Dal, nêzî mehekê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat girtin û doh hate berdan.

Rojnamevan Esra Solîn Dal, li ber girtîgehê ji hêla xizm û parêzeran ve hat pêşwazîkirin û axavtinek kurt kir û got;

Ez ji ber nûçeyên ku min li ser tecrîd û jinan çêkirine hatim girtin. Em wekî rojnamevan mecbur in rastiyan binivîsin. Tecrîd rastiya vî welatî ye û em ê li ser tecrîdê binivîsin.

Zextên li ser çapemeniyê ne ji niha ve ye, berê jî hebûn. Ev pêvajoyeke ku bi salan e didome. Di berdewama vê pêvajoyê de, ez jî hatim girtin. Min got, tecrîd rastiya vî welatî ye, zexta li ser jinan rastiya civakên vî welatî ye. Tecrîda li Îmraliyê û zexta li ser jinana her dewam dike. Her kesê ku tecrîdê vedibêje rastî tecrîdê tê, tê girtin. Em ê rastiyê binivîsin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.