Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk-QSDê, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û got; Yekîneyên TOL, di operasyona ewlehiyê de li bajarê Qamişlo û Reqayê, 2 serçeteyên DAÎŞ`ê girtin.

Yekî ji wan çeteyan êrîşa terorîst ya li Şihîlê plan kiribû.

QSDê destnîşan kir ku operasyon di 15’ê Gulanê li Qamişlo hate pêkanîn û çeteyê bi navê Ehmed Mehmûd El Qurşî hate girtin. Navê wî yê kod jî, Ebû Muaz El Kurdî ye.

Ev çete, ji zû de tevlî DAIŞ`ê bûye û cihê xwe di êrişên terorîsty ên li piraniya herêmên Sûriye de girtiye. Piştî ku demeke dirêj li çolistanê xwe veşart û êrîşên terorîst plan kirin, derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bû.

Êrîşa xwekuj ya dawî ya li dijî nuqteya hêzên QSDê li bajarokê Şihîlê yê rojhilatê Dêre Zorrê, yek ji wan êrîşan e.”

QSDê got; Di heman rojê dem bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Reqayê jî operasyon hate pêkanîn û çeteyê bi nave Ehmed Tamir El Muhemed hate girtin.

Çeteyê bi navê Tamir jî, di nava DAÎŞ`ê de, li piraniya herêmên Sûriye cihê xwe girtiye, lê piştî tunekirina DAÎŞ`ê, di aliyê erdnîgarî de, dest bi xebatên ewlehiyê, komkirina agahiyan û plankirina êrîşan kiriye. Piştre bûye serçete. Li Reqa û Dêre Zorê serçeteyê rasterast yê çeteyan bû.

Berpirsê tevahî êrîşên terorîstî ye û weke serçete li herêmên dagirkirî çete rêxisinî dikirin.

QSDe herî dawî got; Hêzên me xebatên xwe ji bo tunekirina şaneyên DAÎŞ`ê didomîne û wê bi têkoşîna xwe, tevahî herêman ji çeteyan rizgar bikin.