Ji Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê -TÎHV ya Wanê, Bijîşk Huseyîn Yavîç, li ser çalekiyên li girîtgehan axivî û got; Di serî de Îmralî divê tecrîda li hemû girtîgehan bê rakirin. Li girtîgehan tecrîdeke mutleq tê pêkanîn. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in.

Tecrîda li Îmraliyê kûr bûye û hem hiqûqa navxweyî, hem jî hiqûqa navneteweyî esas nayê girtin. Li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî, polîtîqeya salên 90’î tê meşandin. Bi taybet bi girtîgehên Tîpa F û S, girtî tên îzolekirin.

Dr. Yaviç got; Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş yên giran hene. Neşopandina pêvajoya dermankirina girtiyên nexweş, wê bibe sedema pirsgirêkên ciddî yên tenduristiyê. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in. Divê gel û civaka navneteweyî li hemberî vê pêvajoyê hestiyar bin.

Daxwazên girtiyan mafê herî bingehîn in û rewa ne. Divê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em bang li detshilatdariyê dikin ku daxwazên girtiyan qebûl bike. Divê Wezareta Dadê demildest daxwazên girtiyan qebûl bike. Girtîgehên Tirkiyê di sicîla Tirkiyê de veguherîne pirgsirêkeke kronîk. Raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ yên ATK’ê dibine sedem ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê hemû sazî û welatî di vîw arî de hesas bin.”