Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê derbarê zextên li girtîgehan rapora girtiyan eşkere kirin.

Di raporê de balê dikişînin ser zextên li girtîgehên li Rihayê tîpa T hejmar 1 û 2.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, gelek parêzerên qeydên baroyê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya baroyê bûn.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê daxuyanî da zanîn, berdana 17 girtiyan hatiye astengkirin, 34 girtî jî sewkî girtîgehên din bûne û wiha pêde çû.

Roj bi roj hejmara girtiyan zêde dibe.

Hat diyarkirin ku kapasîteya Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Rihayê bi gelemperî 680 e, lê zêdetir kes lê dimînin, heta ev hejmar gihaye navbera 1000’î.

Li Girtîgeha T1 ya Rihayê hezar û 666, li girtîgeha Tîpa T a Rihayê 1744 girtî hene. Hejmara zêde dibe sedema nexweşiyan.

Nûrûllah Tutal, Mustafa Mak, Sûat Berlîk, Hakan Ergûn, Cîhat Osman, Muhammed, Ehmed Îsa, Şeracettîn Yuksekbag, Ahmet Yilmaz, Enver Kanmaz, Serhat Bulut, Yilmaz Rûzgar, Îrfan Kiper, Suleyman Devîren, Îsmaîl Hakkî Tursun, Hîdayet Dûger û Îsmaîl Kaplan ên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtîne, nayê berdan.

34 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 û 2 ya Rihayê ji bo girtîgehên dûrî malbata wan, hatine sirgunkirin.

Abdullah Oncel bal kişand ser girtiyên nexweş jî û got:

Li girtîgehê gelek girtiyên astengdar hene. Girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn, divê demildest bên berdan.