Li Swêdê payîtext Stockholmê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, li qada Sergels Torê çalakî hate kirin û belavok hatin belav kirin.

Li Swêdê bajarên Helsîngborg û Orebro, çalekî pêkhatin, belavok hatin belav kirin.

Li Norweç payîtext Oslo, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinên Kurd û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk-NCDK-Oslo, li qada herî qerebalix a Egertorget stnad hate danîn.

Di standê de belavok hatin belav kirin.

Li Danimarka payîtext Kopenhagê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê stand hate danîn.

Di standê de belavokên li ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û sîstema tecrîda Îmraliyê hatin belavkirin.