Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 102an de, li ber deriyê avaniya Wezareta dadê dewam dike.

Doh jî, parlementera DEM Partî ya Mûşê Sümeyye Boz û Dayika Aştiyê Fînce Akman, çûne serdana Emîne Şenyaşar.

Sumeyye Boz diyar kir ku têkoşîna Dayika Emînê têkoşîna hemû jinan e û got: Daxwaqza Dayika Emîne daxwaza me hmû jinan de. Divê jin, bi gelemperî û bi xurtî destekê bidin têkoşîna wî.