Namzetê Hevşaredariya Rêya Armûşê yê ji DEM Partiyê Cevdet Altindag, ji ANFê re axivî û got;
Îradeya her hilbijêrî hate desteserkirin, AKPê û qeyum xisarek dan navçê.
Şaredariya Rêya Armûşê hîn xwedî avahiyeke xizmetê nîne.
Navçeya Rêya Armûşê dilê Wanê ye, ji navçe û gundên li derdorê gelek mirov koçî navçeyê dikin. Mixabin îmareke cidî û binesaziyê nîne.
Rêya Armûşê bûye navenda bazirganiya Wanê.
Lê, hîna jî, qadên civakî yên ku zarok û ciwan dema xwe lê derbas bikin nînin.
Cevdet Altindag herî dawî got;
Li Wanê 30 salan carekê erdhej çêdibe. Divê li gorî vê yekê avahî bêne çêkirin.
7 sal in bizmarek li dîwarekî nedane. Qeyûman, xizmet ji gel re nekirin, xisareke mezin kirin, pirsgirêkên lezgîn û mezin li benda çareseriyê ne.
Dema me dest bi wezîfeyê kir, em ê li dijî narkotîka ku bandorê li 20 hezar malbatî dike û belav bûye têkoşinê bikin.