Çalakiya Dayikên Şemiyê, çalakiya bêîteatiya sivîl a herî demdirêj a Tirkiyê ye.

Di têkoşîna 29 salan de, nifşên destpêkê û duyemîn Fatma Kirbayir, Asiye Karakoç, Berfo Kirbayir jiyana xwe ji dest dan û nifşê sêyemîn lêgerîna edalatê diomînin.

Têkoşîna malbatên kesên ku di binçavan de hatine windakirin, bi Hasan Ocak destpê kir.

Hasan Ocak di 21’ê Adara 1995’an de hate binçavkirin û hate winda kirin..

Malbata Ocak û hevriyên wî ji bo Hasan Ocak bê berdan, dest bi çalakiyan kirin.

Di encama têkoşîna 58 rojan de cenazeyê Hasan Ocak, li goristana bêkesan a li Beykozê hate veşartin.

Piştî ku cenazeyê Hasan Ocak hate dîtin, malbatên mirovên ku hatibûn binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin, di 27’ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasaray her roja Şemiyê çalakiya rûniştinê, bi diruşmeya, “dest nede hevalê min” dane destpêkirin.

Çalakiyên Dayikên Şemiyê, di hefteya 700’mîn de, bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylû hate qedexekirin.

Dayikên Şemiyê her hefte li ber Komeleya Mafên Mirovan kom bûn û çalakiya xwe dewam kirin.

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirina maf girt, Dayikên Şemiyê car din, çalakiya xwe li Qada Galatasaray dewam kirin.