Ji Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ne, 38 meh in tu agahî nayê girtin.

Astengiya li ber hevdîtinên parêzer û malbatan jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” didome.

Veysî Aktaş ê ku li Îmraliyê tê girtin, di 28’ê Nîsanê de înfaza cezayê xwe temam kir. Lê belê berdana wî bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê salekê hat taloqkirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî vê biryarê serî li 3. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Dadgeriyê, di 2’yê Gulanê de serlêdan red kir.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, herî dawî parêzeran serî li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê da.

Dadgehê jî serlêdana parêzeran red kir. Biryar di 10’ê Gulanê de teqez bû.

Hat ragihadnin wê parêzer li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.