Navenda Ragihandina HPG’ê, derbarê şehîd Nûjiyan û şehîd Diljîn de daxuyaniyek da û got; Di êrîşa dijminê dagirker a di 23ê Nîsana 2024’an de, li herêma Xakurkê her du gerîla şehîd bûn.

Navendê destnîşan kir ku şehîd Nûjiyan û Diljîn, milîtanên qehreman ên têkoşîna azadiya jinê bûn. Heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Rêbertiyê xwedî helwesteke zelal û bênavber bûn. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş, sade û dilnizim weke milîtanên mînak ketin dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê.

HPG’ê ji mlbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnama şehîdan wiha eşkere kir.

Hatice Kaya, bi nasnav, Nûjiyan Îsyan, li Mêrîdnê ji dayîk bû, navê dayîkê Naciye, navê bav Îsmaîl, 23’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Hêva Kilêvçek, bi nasnav, Diljîn Azadî, li Efrînê ji dayik bû, navê dayikê Fehîme navê bav Ebdulrehman, 23’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Gerilla Nûjiyan li Mêrdînê ji dayik bû. Weke her ciwan û jineke Kurd di salên zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir. Di salên dibistanê de di nava ciwanên welatprêz de cih girt

Di sala 2015’an de, tevlî Berxwedana Serdemê bû, ji berxwedana li jêrzemînên Cizîrê bandor bû, 2016’an tevlî nava refên Gerîla bibe. Li herêma Garê perwerdeya şervanên nû dît. wê digot: Tiştên dagirkeran li Kurdistanê kirin, bandor lê kiriye, dixwaze tola şehîdan hilîne, navê xwe di dîroka Kurdistanê de binivîse. Bivê hişnmendiyê li her qada berxwedanê cih girt. Piştî perwerdeya li Akademiya Şehîd Mahîr, derbasî qada Avaşînê bû û hewl da taktîkên gerîla yên dewreyê pêk bîne. 2021ê li hemebrî êrîşên giran ên dijminê dagirker, li gel rêhevalên xwe û di dibin mercên giran de nasnameya jina azad temsîl kir. Di 23’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.

Gerilla Diljîn Azadî li Efrîna ku bi hezaran zarokên wan di nava têdikoşinê de ne, ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û xwişka wê di nava refên azadiyê de bû, bû sedem ku hevrê Nujiyan jî di temenkî biçûk de tevlî gerîla bibe. Li dijî êrişên DAÎŞ’ê têkoşîn kir. Piştî têkçûna DAIŞê, 2018’an tevlî nava refên Gerilla bû. Piştî perwerdehiya destpêkê ya li Garê li her qada berxwedanê têkoşîn kir. Di sala 2019’an de li dibistana operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît. Li qada Xakurkê weke Gerîlayeke pispor taktîkên serdemê bi awayekî serketî bi kar anî. 23′ ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di êrişa dijmin de şehîd bû.