Navenda ragihandina YPJ’ê derbarê çalakiyê YPJ’ê daxuyanî da, encamên çalakiyan eşkere kir.

Daxuyaniya navenda ragihandina YPJ wiha ye.

Yekîneyên me yên Parastinê li eniya Seyadê ya Gundê Şêx Nasir a girêdayî Minbicê avêt ser baregeha dewleta Tirk

Çalakî 3’ê Adara 2024’an nîvê şevê pêkhat, şervanên jin bi awayekî profesyonel çûn ser baregeha dijmin,

Pêşî bi çekên nîv otomatîk li dijmin dan, Piştre ji mesafeyek 20 metreyan bi çekên ferdî çalakî li darxistin, şervan ketin baregehê, hejmarek cebilxane îmha kirin, dest danîn ser beşekê.

Di encama çalakiya bi bandor de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin.

Şervanan baregeha dagirkeran hemû rûxandin, doçkayeke 12,5 îmha kirin. 2 kelaşnîkof, çekek buruno, cîhazek bêtêlê, telefon û nasnameyên çeteyên Tirk ketin destê wan.

Ragihandina YPJ’ê da zanîn di encama şewata derketibû de, li baregehê teqînek mezin çêbû, lê derbarê encamên teqînê de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên ragihandina YPJ’ê şervanên çalakî kirin bi serkeftî û ewle gihane baregehên xwe û wiha domand

Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarên me yên pêşeng ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdkirin pêkhat. Em hêzeke tolhildanê ne û em bi biryardariyeke bilind, di meşa xwe ye serfketinê de bi israr in. Wê tu êrişên li ser jinên pêşeng, welat û destkeftiyên Şoreşa Jin a Rojava bê bersiv nemînin.