Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13ê ADARê 2020, ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..

&- Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku Erdogan û dewleta Tirk ketiye nava tengasiyên mezin.

&- Endamê Buroya Hiquqî, Monî Morres, li ser biryara dadgeha Belçîka ya PKK ne rêxistineke terorîst e got, Elmanya nikare demeke dirêj biryara Belçîka nebîne.

&- Cenazeyên 30 kesên di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji det dabûn, 4 sal in li goristana bêkesan têne sekinandin.

&- Koalîsyona navneteweyî li ser sînorê Sûriye li Heşdî Şebî ya alîgirê Îranê da, bi kêmanî 26 kes hatin kuştin.